Yaşam

Festivala Govendê ya Duhokê

Di rojên 29 û 30ê meha nîsanê li bajarê Duhokê festîvaleka govendê ya kurdî hat li dar xistin. Rêxistina SEMAyê ev festîval amede kiribû. Hêjayî gotinê ye ku rêxistina Semayê, rêxistineka serbixwe ye û armanca wê parastina çand û ziman û pêşvebirina mîrata kurdî ye.

Wekî tê zanin 29ê Nîsana roja dansê ya cîhanî ye. Komîta Dansê ya Navneteweyî ya hevkara UNESCOyê her sal di 29ê Nîsanê de roja dansê tê pîroz kirin. Yek ji armancên festîvalê jî ew bû ku govenda kurdî bi komîta dansê ya navnetewî bide nasîn ku wê bibe endamê komîta dansê ya navnetewî. Festîvala govendê ya Duhokê di vê armanca xwe de bi ser ket. Roja yekem peyameka dîjîtal ya zindî ji aliyê Komîta Dansê ya Navnetewî ji festîvala govendê ya Duhokê re hatibû şandin, Komîtê festîvala govenda kurdî pîroz kir û gotin ew çuqas kêyfxweş in ku kurd jî bi govenda xwe ya qedîm dibin endamên wan.

Ez jî wekî mêvan beşdarî festîvalê bûm.

Di nav van du rojên festîvalê de 13 grupên govendê yên ji herêmên cuda yên Kurdistanê û 3 grubên muzîkê performansên xwe pêşkeşî temaşevanan kirin. Herweha li ser govenda kurdî du panel bi beşdariya nivîskar û bispiorên kurd yên naskirî hatin li dar xistin. Gelek ronakbîr, hunermend, nivîskar, dengbêj û navdarên kurd jî ji bo festîvalê hatibûn dawet kirin.

Grupên govendê yên beşdarî vê festîvalê bibûn ev bûn:

Grupa Efrînê

Grupa Asûriyan ji Hewlêrê

Grupa Bidlîsê

Grupa Xorasanê

Grupa Colemêrgê

Grupa Dihokê

Grupa Hewlêrê

Grupa Kerkûkê

Grupa Mêrîwanê

Grupa Qamişloyê

Grupa Şaryayê

Grupa Şingalê

Grupa Sulaymaniyê

Grupên muzîkê yên beşdarî vê Festivalê bibûn ev bûn

Grupa Payîzeyî Bokan

Grupa Payîeyî Muzîkê ya Sulemaniyê

Grupa Rubad ya Muzîkê ya Dihokê.

Şahiya govendê bi axavtina waliyê Dihokê birêz Elî Teter dest pê kir. Wî li ser folklora kurdî weha got: folklara kurdî bi hezaran salane civata kurdî li ser lingan digre. Wî got: Ew wekî waliyê parêzgeha Dihokê hêvî dike ku bajarê Duhokê bikaribe hersal periyodîk festîvalên çandî û kulturî li dar bixe. Herweha wî spasiya sponsorên vê festîvalê jî kir.

Du nav du rojên festîvalê de min gelek rewşenbîr û hûnermendên kurd nas kirin û bi wan re sohbetên gelek berdar kirin. Di temaşe kirina her grupa folklorê de, ez zêdetir bi kurdbûyina xwe şad dibûm. Her grup bi cil û bergên xwe yên rengareng bi rîtima bihêz û usluba herêma xwe mîrata bav û kalan digîhandin roja me. Ev mîrasa orîjînal ya hezar salan kevin, bi nûjeniyê îro bi hevrêtiya muzîka dîjîtal û înstrûmental ve di her gaveka govendgeran de dilê temeşevanan jî hildavêt. Govenda kurdî cihêrengiya çandî û erdnîgariya Kurdistanê vedihewîne. Ev mîrasa kevin bi naverok, awaz û cilûbergên cihêreng in, ew jiyana rojane û hestên mirovî nîşan didin.

Bi temeşekirina festîvalê Duhokê min îftîhar kir ku ez endamê mîletekî me ku xwedî folkloroka ewqas dewlemend e. Bi rastî ez bawer nakim tu miletekî li ser rûyê dinyayê bi qasî milletê kurd xwedî ewçend çand, ziman, muzîk û folklora dewlemend be. Ji ber ku tenê beşek biçûk ya muzîk û govenda kurdî ya Kurdîstanê ji bo festîvala Duhokê hatibû dawet kirin. Ku ji hemû deverên Kurdistanê beşên grupên folklorê û muzîkê bihatina dawet kirin, wa bawer dikim ku diviya festîval bi mehan dewam bikira. Ji ber ku li her bajar û bajarokên Kurdistanê grubên govendê û muzîkê hene û govend û muzîka wan ji hev cuda ye.

Tiştêkî din ku li ser hes û mêjiyê min bandor kir ew bû: Min xwe di nav wan 4 rojên ku ez li herêma hukûmeta Kurdistanê de bûm, bi her awayî xwe wekî kurd hîs kir. Min xwe azad hîs dikir, bi polîs, memur, zarok, xort, nivsal, salmezinan re bi kurdî dipeyivîm. Min dît ku kurdiya min di diyalogeka xwerû kurdî de têr nake, ji ber ku kurdên li herêma hukumeta Kurdistanê dijîn êdî ji pêş dibîstanê bigre heta unîversîteyê bi zimanê kurdî bi perwerde dibin û hakîmê zimanê kurdî ne. Aqîbeta wan li serê me kurdên bakur be.

Bi tevayî ez bextiyar û kêyfxweş bûm ku ez beşdarê festîvala govendê yê bajarê Duhokê bûm. Tenê rexneyek min ji amedekar û waliyê parazgeha Duhokê heye: Diviya hemû nişteciyên Duhokê ji festîvalê sûd werbigitina, grupên govend û muzîkê dikarîbûn li taxên cuda yên Duhokê hunerên xwe pêşkeşî Duhokiyan bikirana. Bi kurtî mafê nişteciyên Duhokê jî hebû ku di rojên festivalê de çand û folklora kurdî nas bikin.

Sipas Duhok, spas Rêxistina Semayê, sipas waliyê Duhokê, sipas hukumeta herêma Kurdistanê. Hûn serbilindiya kurdan in.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

haber-bekilli.com.tr

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu